Şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê kir.
Şandeyê diyar kir ku ji bo sererastkirina saziyên Dêrazorê yên ku bi zerar bûne û pêşxistina tevahî qadan dê asta xebatên xwe xurtir bike.
Şande ji hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid û Hisên Osman jî di nav de gelek rayedarên rêveberiyê pêk hat.
Di serdana şandeyê de geşdanên dawîn û rewşa rêxistinî ya li herêmê hatin nîqaşkirin.
Hevserokatiya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê xwest rewşa xizmetguzariyê taybet jî pirsgirêkên sotemenî, tenduristî û çandî were başkirin, û saziyên ku zerar dîtine, werin sererastkirin
Şandeyê jî li ser daxwaza Rêveberên Meclisa dêrezorê teqez kirin ku ew ê piştigriyê bidin da ku ji nû ve zirarên çêbûne werin sererastkirin û got:
”Daxwaz û pêşniyarên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê kirine, dê armancên pêşîn ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin.”



