Konseya Rêveber a KNK′ê bi boneya salvegera serhildana ′Jin, Jiyan, Azadî′′ daxuyanî da û bang li hemû Kurdan û gelên Îranê kir ku tevlî çalakiyan bibin û li şoreşa xwe xwedî derkevin.
Ji salvegera serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi duruşma Jin Jiyan Azadî destpêkiribû re çend roj ma.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê bi wesîleya salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
KNK: Di salvegera serhildanê de divê her kes tevlî çalakiyan bibe
KNK′ê têkildarî vê rojê bang li hêzên cîhanî yê demokratîk jî kir ku gelên Îranê tenê nehêlin .
Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî şehîdxistina keça kurd Jîna Amînî li seranserê Îranê, bi pêşengîya jinan bi diruşma “Jin – Jiyan – Azadî”, gelê Îranê rabûn ser pêyan.
Di dewama daxuyaniyê de KNK’ê diyar kir ku ji 40 salan zêdetire Komara Îslamî ya Îranê, di sêrî de mafên jinan û mafên demokratîk yên hemû gelên Îranê, binpê dike û got :
” Îran di sêrî de ji bo jinan û ji bo hemû gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî.
Gelên Îranê ji vê rejîmê ne razî ne û daxwaza azadî û welateke demokratîk dikin.
Ev xwepêşandan jî nîşaneyê vê nerehetî û nerazîbûnê ye.”
KNK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de piştigiriya xwe ya xwpêşandanan wiha anî ziman:
“Em weke KNK′ê, taleb û xwestinên gel ên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibînin piştgirî didin xwepêşanderan û hemî çalakvanan.
Em êrişên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar dikin.”
KNK′ê, bang li hemî Kurdan û hemî gelên Îranê kir ku di salvegera serhildanê de bi her awayî xwedî li Şoraşa Jin – Jiyan – Azadî derkevin.
“Divê muxalefeta rojhilat nekeve xefika îran û PDK’ê”
KNK′ê di daxuyaniyê de balkişand ser gefên ku îran li hêzên Rojhilata Kurdistanê dike ku heta 19′ê Îlonê çek danin û baregehên xwe yên li Başûra Kurdistanê vale bikin û got :
”Ev rewşeke xetrnake û nayê qebûlkirin.
Divê hikumeta Îraqê û taybetî jî rêvebriya Başûrê Kurdistanê, nekevin xefkên Îranê û vê rewşê qebûl nekin.”
Konseya Rêveber a KNK′ê di dawiyê de bang li hêzên muxalîf yên Îranê kir ku ji bo avakirina welatek azad eniyekî hevbeş pêk bînin û li hember rejîmê bi yek deng derkevin.