Berhemdêrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li gel paşketina nirxê lîreyê sûryeyê, ji bo peydakirina pêdiviyên dibistanê wek çente û solan bi nîvê qîmetê, însiyatîfek dan destpêkirin.
Wek helwdanekê ji bo sivikkirina barê şêniyan û dorpêça hikumeta Şamê berhemdêrên herdu taxan çente û pêlav bi nirxekî erzan peyda kirin.
Yekitiya Berhemdêran a herdu taxan li gor însiyatîfeke serbixwe, mîhrîcanek bi navnîşan “Mîhrîcana Telêt Heleb” li dar xist.
Di vê însiyatîfê de berhemdêran çente û pêlav ji bo hemû temenan bi nirxekî erzan li vê Mihrîcanê tê peydakirin..
Tevî erzanbûnê, di mîhrîcanê de pêşbirk tên lidarxistin û xelat tên belavkirin.
Endamê Rêveberiya Yekitiya Berhemdêran a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Farûq Ereb têkildarê mihricanê de axivî û got:
“Ev 2 sal in em vî karî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin û em kelûpelên ku di kargehên me yên li herdu taxan de tên çêkirin di mîhrîcanan de difiroşin.”
Welatiya bi navê Sebîha Reşo kêfxweşiya xwe li hember vê însiyatîfê anî ziman û diyar kir nirxê tiştên mihricanê ji bo wan gelek baş e.