Şêniyên Til Temirê tevî êrişan dev ji axa xwe bernadin

Şêniyên navçeya Til Temirê gotin ew bi axa xwe ve girêdayî ne û destnîşan kirin ku ew ê ji bo têkbirina planên dagirkeriyê li pişta Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bimînin.

​​​​​Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê êrişên dijwar pêk tîne.

Derbarê vê yekê jî welatiya bi navê Zehra Emîn got:

“Bi saya berxwedana pêkhateyên navçeyê û piştgiriya wan ji Meclisa Leşkerî ya Til Temirê re, êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan hatin têkbirin.”

Welatiyê bi navê Bercis Ezîz Îbrahîm anî ziman:

“Dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina herêmê bi tevahî cureyên çekan û ji hedefgirtina sivîlan û zarokan armanc dike”

Herî dawî Zehra Mihemed ji bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafiran bigire ji ber ku balafirên dewleta Tirk a dagirker rasterast sivîlan dike armanc.

Back to top button