Pirtûka Rêber Apo ya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi Fransî jî derket

“Sosyolojiya Azadiyê” cilda sêyemîn a “Manîfestoya Civaka Demokratîk” a Rêber Apo, ji aliyê weşanxaneya Editions du Croquant ve bi zimanê Fransî derket.

Nûnerê komîteya wergerê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bi serbilindî berhemên Rêber Apo wergerandine Fransî.

Her wiha hat parvekirin ku du cildên mayî yên rêzenivîsa “Manîfestoya Civaka Demokratîk” di demeke nêz de wê bi zimanê Fransî bên çapkirin.

Rêber Apo di vê pirtûkê de hêza avaker û hilweşandin ya aqilê, têkiliya di navbera aqil û ehlaq, aqil û bawerî, ehlaq û dînamîkên civaka exlaqî de radixe ber çavan.

Di pirtûkê de li aliyek di warê dîrokî û civakî de destkeftî û şikestinên hêzên dij-sîstemê dinirxîne.

Û li aliyê din jî pirsgirêkên bingehîn ên sedsala 21’an jî bi arasteyên fikrî, exlaqî, siyasî û têkoşînê têne destgirtin.

Back to top button