Ukrayna yek ji mezintirîn êrîşên bi drone li ser axa Rûsya pêk anî

Ukraynayê bi balafirên bê mirov êrîşî tesîsa hilberîna petrolê ya li Rûsyayê kir.
Ajansa nûçeyan a Rûsî RIA diyar kir ku şewat di nava 20 deqeyan de hatiye vemirandin û berhem nehatiye qutkirin.
Li aliyê din jî Ukrayna ji bo şerê bi Rûsyayê re biserbikeve Serokomarê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy duh qanûna ku temenê seferberiya leşkerî li wî welatî ji 27’an dakeve 25’an qebûl kir.

Ûkraynayê bi balafirên bêmirov êrîşeke berfireh li ser axa Rûsyayê pêk anî.

Sêyemîn parzûngeha petrolê ya herî mezin a Rûsyayê û tesîsa hilberîna Şahed a li Tataristanê zirar dît.

Li gorî nûçeya Reutersê, balafireke bê mirov a Ukraynayê roja Sêşemê li sêyemîn parzûngeha petrolê ya herî mezin a Rûsyayê xist.

Ku ev parzûngeh hezar û 300 kîlometir dûrî xeta şer e û rojane 155 hezar bermîlên nefta xav derdixe.

Ajansa nûçeyan a Rûsî RIA diyar kir ku şewat di nava 20 deqeyan de hatiye vemirandin û berhem nehatiye qutkirin.

Yekîneya bandorkirî bi qasî nîvê kapasîteya hilberîna salane ya giştî ya sazgehê pêk tîne.

Parzûngeh ji sedî 6,2 ji kapasîteya rafîneriya Rûsyayê pêk tê.

Petrola Brent ji meha Cotmehê û vir ve ji ber fikarên li ser êrîşên balafirên bê mirov ên Ukraynayê û zêdebûna pevçûnan li Rojhilata Navîn, ji 89 dolarî zêdetir bû.

Çavkaniyekî îstixbarata Ukraynayê li Kîevê anî ziman ku Ukraynayê li tesîseke mezin a petrolê ya Rûsyayê li Tataristanê xist da ku dahata petrolê ya Rûsyayê qut bike.

Çavkaniyekî din ê îstixbarata Ukraynayê jî da xuya kirin balafirên bê mirov ên Ukraynayê jî li navendeke Rûsî xistin û bû sedema “xisareke mezin”.

Li ser axa Ukraynayê 474 hezar hêzên Rûsî hene

Li aliyê din Cîgirê Serokê Daîreya Îstixbarata Sereke ya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê Vadim Skibitskiy anî ziman ku niha li ser axa Ukraynayê 474 hezar hêzên Rûsî hene.

Skîbîtskiy got,

“Niha li ser xaka me li bejahî ya dijmin nêzî 474 hezar hêzên leşkerî hene.

Heta serê sala 2024’an ev hejmar di navbera 450-460 hezar leşkeran de diguhere.”

Skîbitskiy diyar kir ku hêzên Rûsî lez daye hilberîna hêzên leşkerî yên profesyonel ku ji top, tanker û yên din pêk tê.

Zelenskiy temenê seferberiyê ji 27’an daxist 25’an

Li gor daxuyaniya ku li ser malpera meclisê hat dayîn, Serokomarê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy duh qanûna ku temenê seferberiya leşkerî li wî welatî ji 27’an dakeve 25’an qebûl kir.

Seferberî mijareke sereke ye ji bo welatekî ku ji du salan zêdetir şer bi Rûsyayê re westiyaye ku bûye sedema windahiyên leşkerî yên giran.

Ev pêngav di demekê de ye ku Ukrayna bi dagîrkeriya Rûsî re, ku di sala xwe ya sêyem de ye, têdikoşe û rastî kêmasiyên cidî yên leşkeran tê.

Zelenskiy ev qanûnê salek piştî ku ji aliyê parlamentoyê ve hat pejirandin îmze kir.

Tevahiya windahiyên şer ên Federasyona Rûsyayê di 24’ê Sibata 2022’an heta 2’yê Nîsana 2024’an de bi qasî 443 hezar û 660 kes in.

Ukrayna: Rûsya îsal bi 5 moşekên zîrkonê Kievê kir armanc

Back to top button