Polîsan li gelek bajaran li ser malan de girtin

Desthilata AKP’ê hewl dide bi destê zext, tundî û girtina çalakiyên her ku diçe belav dibe de ye, bifetisîne.
Îro polîsan li gelek bajaran li ser malan de girtin û gelek kes bi êşkenceyan binçav kirin.
Malbatên ku li Wanê zarokên wan di serdegirtina malan de bi îşkenceyê hatin binçavkirin anîn ziman ku AKP hewl dide tola têkçûna xwe ya li Kurdistanê hilîne.
Malbatan da zanîn ne ji mirinê ne jî ji girtîgehê natirsin û bang li herkesê kirin ku bêdeng nemînin, ji ber bêdengî me hemûyan dikuje.

Desthilata AKP’ê hewl dide bi destê zext, tundî û girtina çalakiyên her ku diçe belav dibe de ye, bifetisîne.

Bi destpêkirina xwepêşandanan re îro polîsan li gelek bajaran li ser malan de girtin û gelek kes bi êşkenceyan binçav kirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ve hat dayîn;

Ji duh ve li Wanê 26, li navenda Colemêrgê 9, li navçeya Geverê 29, li Sêrtê 4, li Êlihê 5, li Şirnexê 10, li Îzmîrê 6 bi komî 89 kes hatin binçavkirin.

Li Wanê terora dewletê: Gelek kes bi êşkenceyan hatin binçavkirin

Li Wanê jî ciwanê bi nav Înanç Salgur ê 17 salî ku hat binçavkirin, tevî ku nexweşê epîlepsiyê ye jî hat derbkirin.

Bavê Salgur, anî ziman ku polîsên ku hatin gelek caran serê lawê wî li dîwarî dane, difina lawê wî şikestiye û tiştên qewimîn wiha vegot:

Piştî ku li lawê min xistin, li ser dezgeha mutbexê destên xwe şuştin, birînên lawê min ên xwîn jê dihat paqijkirin û birin.

Back to top button