Hilbijartinên pêşî yên Amerîkayê

Di Mijdara 2024’an hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk were.
Piştî vekişîna Nikkî Haley, Trump û Biden ketin hilbijartinên pêşî û li 4 eyaletan biser ketin.
Ji bo namzetiya serokatiyê ya 13’ê Adarê hejmara delegeyên pêwîst bidestxistin.

Hilbijartinên seroktiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nêz dibe.

Hilbijartinên pêşî li 4 eyaletên din ji bo partiyên Demokrat û Komarî hatin kirin.

Li eyaletên Wiskonsîn, Rode Aylind, Konektîkut û Niyorkê de namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump û namzetê Demokrat serokê niha yê Amerîkayê Joe Biden bi ser ketin.

Biden û Trump li 4 eyaletên din bi ser ketin

Piştî ku namzeta Komarparêz Nikki Haley di 6’ê Adarê de xwe ji hilbijartinên pêşî vekişand reqîbek cidî yê Trump û Biden neman.

Serokê niha yê Amerîkayê Biden ku yek ji namzedên Partiya Demokrat e, li Wiskonsînê ji sedî 88,5, li Rode Aylindê ji sedî 82,6, li Konektîkut ji sedî 85 û li New Yorkê ji sedî 91,5 dengan bi dest xist.

Her wiha Trump ku yek ji namzedên Partiya Komarî ye li New Yorkê ji sedî 82, li Konektîkut ji sedî 78, li Rode Aylindê ji sedî 84,5 û li Wiskonsînê ji sedî 79 dengan stend.

Biden û Trump di hilbijartinên pêşî yên li eyaletên Corciya, Waşîntin û Mîsîsîpî de bi ser ketin.

Ji bo namzetiya serokatiyê ya 13’ê Adarê hejmara delegeyên pêwîst bidestxistin.

Hilbijartinên 2020’an dîsa li pêşberî hev bûn

Di pêvajoya diyarkirina namzedê serokomariyê yê Partiya Demokrat de bi giştî 3 hezar û 934, di hilbijartinên pêşî yên ji bo heman pêvajoyê de li Partiya Komarê jî bi giştî 2 hezar û 429 delege tên diyarkirin.

Li dû van encaman, Trump û Biden pir nêzîkî hev bûne ku di 5’ê Mijdarê de, piştî hilbijartinên serokatiyê yên nakok ên sala 2020’an, careke din ji bo serokatiya Dewletên Yekbûyî werin pêşberî hev.

Di derbarê Trump de ji ber ‘serdegirtina Kongreyê’ ya di 6’ê Çileyê de û hewldana wî ya ji bo mudaxelekirina encamên hilbijartinên serokatiyê yên 2020’an de dozek sûc heye.

Back to top button