Çeteyan li Efrînê li welatiyekî dan û pereyên pê re dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li kantona Efrîna dagirkirî revand, pereyên pê re jî dizîn û lê xistin.

Çeteyên Çeyş El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Elî Mihemed Egreş yê 43 salî yê ji gundê Senarê yê navçeya Şiyê revand in.

Her wiha dema Elî Mihemed Egreş ji gundê Baflûrê yê navçeya Cindirêsê vedigeriya mal, çeteyan di rê de pêşiya wî girtin, di nava zeviyên zeytûnê re kaş kiriye û lê daye.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan, 3 hezar dolar û 2 hezar lîreyên Tirk ên bi Egreş re dizîne û da zanîn di encama lêdanê de Egreş bi giranî di singê xwe de birîndar bûye.

Back to top button