HPG: Gerîlla li Zap û Avaşînê derb li 2 helîkopterên artêşa Tirk dan

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê ji 23’ê Nîsanê ve şerê artêşa Tirk a dagirker dikin.
Li Zap û Avaşînê gerîllayan derb li 2 helîkopterên artêşa Tirk dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama berxwedana Pêngavê Bazên Zagrosê ya 24 saetên dawî bi raya giştî re parve kir.

Navendê diyar kir ku gerîlla li hemû eniyan şerên artêşa Tirk dikin û ev agahî dan:

10’ê Cotmehê artêşa Tirk bi helîkopteran hewl da qada Werxelê bombardiman bike.

Gerîlla ji nêz ve li helîkopteran dan û di encamê de darb li yekê wan hate xistin.

Piştî çalakiya gerîlla helîkopterên artêşa dagirker ji herêmê dûr ketin.

Heman rojê li aliyê qada Werxelê yê dikeve herêma Zapê jî helîkopterên xwestin êrişê bikin bûn hedefa çalakiya gerîlla.

Li vir gerîlla ji 3 milan gulle barandin û di encamê de darb li helîkopterekê hate xistin.

Berê şevê dîsa li herêma Zapê, helîkopteran xwest deverên Şehîd Şahan û Şehîd Simko bombardiman bikin.

Lê di encama destwerdana gerîlla de ev yek hate astengkirin û helîkopter neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî êrişên hewayî yên artêşa Tirk jî agahiyên berfereh dan.

Li gorî vê;

9 û 10’ê Cotmehê li herêma Avaşîn;

Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firat, Girê Şehîd Întîkam, Gundê Dirê, Geliyê Basya, Kartal û Werxelê hatin bombardimankirin.

Li herêma Metînayê jî gundên Hirorê, Dêşîşê, Serarû, Kêste û qada Koordîne bûne hedefa êrişa helîkopterên şer.

10’ê Cotmehê li herêma Zapê jî Çiyayê Reş û derdora gundê Horê ji aliyê balafiran ve hatin bombardimankirin.

Back to top button