Mîhrîcana zarokan a Hesekê bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû

Mîhrîcana 8`an a Zarokan a kantona Hesekê di roja duyemîn de bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû.

Mîhrîcana 8’emîn a Zarokan ku bi dirûşma “Zarok hêviya jiyanê ne û jiyan bi zarokan xweş dibe” bi beşdariya 20 koman li hola Serdem a Hesekê, bi rasthatina Roja Zarokatiyê ya Cîhanê 1’ê mehê dest pê kiribû.

Di roja duyem a mîhrîcanê de, 11 komên beşdar berhemên xwe pêşandan.

koman berhemên xwe têkildarî şoreşa Rojava, berxwedan û çanda herêmê pêşandan.

Her wiha koman Şehîd Mizgîn, Şehîd Ekrem, Şehîd Şiyar jî berhemên xwe yên govend û şanoyê pêşandan. Dûre xelat li tevahî komên beşdar hatin belavkriin.

8. Mîhrîcana hunera zarokan dest pê kir

Back to top button