Li Helebê pêşangeheke berhemên destan

Nivîsgeha Jinan a Êzidî ya Helebê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star pêşangeha karên destan û yên dîrokî li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.

Nivîsgeha Jinan a Êzidî ya Helebê taybet bi çalakiyên bi vî rengî ve dixwazin berhemên dîrokî biparêzin û balê bikişînin li ser alavên xwemalî.

Di pêşangehê de, berhemên destan ên ji text û tevnê hatine çêkirin û her wiha hin cureyên dermanan ku bi şînatiyan hatine amadekirin, hatin pêşandan.

Bi dehan endamên meclis û komînan û şêniyên taxê li pêşangehê hazir bûn.

Back to top button