Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ, konferansa ciwanên pêkhteyên Şengalê pîrozkirin û diyarkirin ku hêvî ew e hemû ciwanên Şengalê ên li kampan vegerin ser warê xwe û xwedî li axa xwe derkevin.
3. Konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê duh li Komelgeha Dîgurê ya Şengalê hate lidarxistin.
Bi sedan ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen di bin sîwana fikrê Netewa Demokratîk de li hev kom bûn.
Rêxistinên Şengalê: Konferansa Ciwanan ji bo xweseriya Şengalê gavek pîroz e
Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ jî piştgiriyek mezin dan konferansê.
Cîgirê Desteya Rêvebir a Şengalê Dexîl Îbrahîm yekîtiya ciwanên Şengalê pîroz kir û got:
“Pergala xweseriya demokratîk negirêdayî qewmekî an jî olekê bi tenê nîne.
Hemû ol û baweriyên Şengalê, beşdarê vê pergalê dibin.”
Dexîl diyar kir ciwan dikarin xebatên leşkerî û civakî bidin meşandin ji ber ku tevgera ciwanan ji bo xweseriya Şengalê gelekî girînge.
Rêxistinên Şengalê: Divê hemû ciwanên Şengal vegerin ser warê xwe
Endama TAJÊ Ferîde Sado jî têkildarî konferansê wiha axivî:
Konferans ji aliye nîqaş û nixandinan ve bi serkeftî derbas bû.
Em hêvî dikin ciwanên me li hemberî siyaseta şerê taybet hişyar bin û rihê têkoşînê bi xwe re ava bikin.”
Ferîde Sado bang li keç û xortên Êzidî kir ku vegerin ser axa xwe da ku li Êzdatiya xwe xwedî derkevin.