HDP: Heta ku tecrîd hebe wê şer û alozî hebe

Rêxistina HDP’ê ya Amedê der barê tecrîdkirina Rêber Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê.

HDP’ê diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan tê wateya kurkirina aloziyê û teqez kir ku aştî bi Rêber Ocalan pêkane.

Civîna rêxistina HDP’ê ya Amedê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin pêk hat.

Parlamentera HDP Semra Guzel daxuyanî xwend û diyar kir ku berxwedana greva birçîbûnê tecrîd têk bir û hêviya aştiyê ji nû ve çêkir, lê hikumeta AKP-MHP’ê bi şer bersiva daxwaza aştiyê ya Rêber Ocalan da.

HPD’ê tecrîda girankirî weke rêbazekî êşkenceyê ya demdirêj û der hiqûqî bi nav kir û got, “Di şexsê Ocalan de civak, jin û çand tê tecrîd kirin.”

HDP’ê diyar kir zihniyeta ku rêber Ocalan dîl girt û hewl da ku hêviya aştiyê ya gelan têk bibe, niha jî dixwaze bi şer û bêhiqûqiyê hebûna xwe dewam bike.

ÊŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ
HDP: YÊ DERIYÊ AŞTIYÊ VEKE OCALAN E

Rêxistina HDP’ê ya Amedê di dawiya daxuyaniya xwe diyar kir ku bêdengkirina Ocalan tê wateya kûrkirina aloziyê û mezinkirina şer û teqez kir yê ku deriyê aştiyê veke Îmrali û Birêz Ocalan e.

Her weha diyar kir ku heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna wan dewam bike

Leave a Reply

Back to top button