Rêveberiya Xweser li koçberan mazot belav kir

Rêveberiya Xweser ji bo pêdiviyên koçberan bi cîh bîne di nav hewldanan de ye.

Komîteya sotemeniyê bi hevkariya Meclisa Dirbêsiyê li malbatên koçber ên ji Serê Kaniyê bê pere mazot belav kir.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryar da ku li ser malbatên koçber ên ji Serê Kaniyê û Girê Spî bê pere mazotê belav bike.

Li gorî biryarê wê her malbatek 200 lîtreyên mazotê bê pere werbigire.

Piştî biryarê, Komîteya Sotemeniyê bi hevkariya Meclîsa Dirbêsiyê dest bi belavkirinê kir.

Ji bo malbatên ku mazot wernegirtine 15 hezar lîreyên Sûriyê hat dayîn.

Rêveberê Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Dirbêsiyê Siûd Dirbes diyar kir ku wan li zêdetirî 100 malbatan mazot belavkirine û di rojên pêş de jî vê xebatê berdewam bikin.

Leave a Reply

Back to top button