Konferansa 3. a Ciwanên Şengalê hat lidarxistin

Konferansa 3. a Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Şengalê bi beşdarbûna sedan delegeyan destpê kir.
Gelek ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen tevlî konferansê bûn û peyamên têkoşîna hevpar dan.
Konferans bi encamnameyan bi dawî bû.

Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Şengalê 3’emîn Konferansa xwe li darixstin.

Konferans bi dirûşma, ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo Cenga Azadiyê biserbixin, Xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ li navçeya digûrê ya Şengalê pêk hat.

Gelek ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen tevlî konferansê bûn û peyamên têkoşîna hevpar dan.

Xemgîn Şengalî: Ev konferans wê bibe wesîleya serkeftin û tifaqê

Axaftina vekirinê ji aliyê yek ji fermandarê YBŞ’ê Xemgîn Şengalî ve hate kirin.

Xemgîn Şengalî konferans li Rêber Apo û hemû ciwanên Şengalê pîroz kir û ev peyam da:

“Hêvî dikin ev konferans bibe wesîleya serkeftin û tifaqa ciwanên Êzidî.

Ciwanên me divê pêşengiyê ji têkoşîna dijî êriş, dagirkerî û pîlanên qirêj re bikin.”

Cîhan Celo: Neteweya Demokratîk, wê bi hêza ciwanan ava bibe

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo jî îşaret bi rola ciwanan ya di têkoşîna ji bo avakirina neteweya demokratîk de kir û got:

“Neteweya demokratîk, wê bi hêza ciwanan ava bibe, em ê rêxistina xwe ava bikin û bi hêz bin.”

Piştre peyama Rêber Apo ya ji bo ciwanên Şengalê hate temaşekirin.

Ciwanên Tirkmen: Em ji bo têkoşîna hevpar li virin

Ciwanên Tirkmen ên Tel-aferê ku beşdarî konferansê bûn, peyama têkoşîna hevpar a dijî şer, êriş û dijmihaniya dewleta Tirk dan.

Ciwanan diyar kirin, ji bo têkoşîneke hevpar a mil bi milê ciwanên Êzidî beşdarê konferansê bûne.

Ciwanan diyar kirin ji bo azadiya Rêber Apo û parastina Şengalê wê xebatên xwe mezin bikin.

Di encamnameya konferansê de peyamên bilindkirina têkoşînê hatin dayîn

Konferans bi gelek encamnameyekê bi dawî bû.

Di konferansê de beşeke ji biryarên hatine girtin wiha ne:

“Lidarxistina çalakî û xebatan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Li dijî dagirkeriyê û şerê taybet berfireh-kirina têkoşîna ciwanan.

Li hember xeta xiyanetê têkoşîn-kirin.

Pêşxistina asta perwerdê û lidarxistina Mîhrîcana çand û werzîşê.

Li Herêmên pêkhateyên Ereb, vekirina akademiyên perwedê.”

Back to top button