Di nava çar rojan de 2000 koçber derbasî Îtalya bûn

Roma ji ber bêçaretiya li pêşberî pêla koçberiya ber bi welat ve, bêzar e.
Hikumeta Îtalyayê ji ber pêla koçberiyê ya ku di van demên dawî de ji Derya Spî zêde bûye, ji bo şeş mehan rewşa awarte ragihand.

Li Îtalyayê ji ber pêla koçberiya neqanûnî ya ku di van demên dawî de li Deryaya Spî zêde bûye, hikûmetê rewşa awarte ragihand.

Di daxuyaniya Serokwezîriyê de hat destnîşankirin ku Rewşa Awarte wê 6 mehan dewam bike.

Di serî de ji bo herêmên li başûr ên di bin bandora pêla koçberiyê de mane 5,4 milyon euro wê bê dayîn.

Ajansa nûçeyan a ANSA jî ragihand ku tê plankirin di çarçoveya Rewşa Awarte ya ku doh piştî civîna lijneya wezîran hat ragihandin, navendên nû yên pêşwazîkirina koçberan bên avakirin.

Çavkaniyek hukûmetê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re got;

Rewşa awarte dê rê bide kesên ku destûr nayê dayîn li Îtalytalyayê bimînin zûtir paşde werin şandin.

Ajansê diyar kir ku di nava 4 rojên derbasbûyî de, 2 hezar koçber ku di nava wan de gelek zarok hene derbasî xaka Îtalya bûn.

Ev yek jî di dema Cejna Paskalyayê de ku roja Înî û Duşemê pêk tê de, koçber bi keştiyan xwe gihandin girava Lampedusa.

Hat ragihandin ku niha zêdetirî 1800 koçber li navenda pêşwaziya 400 kesî ya li Lampedusa ne.

Lampedusa ku 190 kîlometre dûrî bajarê Safakesê ye li peravên bakurê Tûnisê ye, ji bakurê Afrîkayê cihê ketina penaberan e.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê, îsal hejmara penaberên ku xwe gihandine Îtalyayê li gorî sala borî vê demê 4 qat zêde bûye û ji 28 hezarî derbas bûye.

Back to top button