Li herêma Qerebax a çiyayî şer

Di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê ku herdu welatên sovyeta berê de alozî kêm nabe.
Tevî hewldanên navneteweyî jî di navbera her du welatan de careke din şer derket.
Di encamê de, 7 leşker hatin kuştin.

Di navbera leşkerên Ermenistan û Azerbeycanê de careke din şer derket.

Careke din hikumeta Êrîvan û Bakûyê hev ji şerê li herêma Qerebaxê pêk hatî sûcdar kir.

Di şerê li Qerebaxê de 7 leşkerên Ermen û Azerî hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku di şer de 4 leşker mirine, 6 jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî diyar kir ku 3 leşkerên Azerî mirine, têkildarî birîndaran agahî nehate dayin.

Wezaretê îdîa kir ku li nêzî sînor, hêzên Ermen gule berdane çeperên Azeriyan.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî ragihand ku roja doh bi dema herêmî saet di 16:00 de leşkerên Azerî gule berdane leşkerên Ermen ên karê endezyariyê dikirin.

Şer li nêzî korîdora Laçînê ya bi nakok, yekane rêya di navbera Ermenistan û Qerebaxê de ye pêk hat.

Di meha Kanûnê de dema ku Korîdora Laçînê ji aliyê Azeriyan ve hat girtin, aloziya di navbera her du welatan de dîsa zêde bû.

Xwepêşandêrên Azerbaycanê yên rê girtibûn îdia kiribûn ku ew çalakvanên parastina avhewayê ne, lê Ermenîstan îdia kir ku hikumeta Bakûyê li pişt çalakiyê ye.

Di daxuyaniya Hikumeta Bakûyê de hat diyarkirin ku xwepêşander rast dibêjin û Ermenî li herêmê madenên qaçax çêdikin.

Ji Îlona 2020’an ve şerê li Qerebaxê

Ev herdu komarên Sovyeta berê yên li Kafkasan di sala 2020’î de ji bo kontrolkirina Qerebaxê ji bo demeke kurt ketin nava şer.

Azerbaycan ku piştgiriyeke yekser ji dewleta Tirk wergirt, di vî şerî de gelek herêm dagir kir.

Bi navbeynkariya Rûsyayê her çiqasî aliyan agirbest ragihandibin jî li ser sînor timî şer diqewime.

Back to top button