Xwpêşandanê Rojhilatê Kurdistanê de doh 5 kes hatin kuştin

Sekna jina kurd Jîna Emînî li hember hişmendiya pergal Mela ya Rejîma Îranê bu çûrûskeke serhildanê.Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ev 5 roje Kurd, Ezerî, Fars li dijî hişmendiya qirker a rejîma îranê ku li dîjî gelan taybet jinan dimeşîne li qadanin.Doh jî li gelek bajaran xwepêşandan hebûn. .

Li dijî zilm û zexta rêjîma Îranê gel bihêrse..

Ev 5 rojin gel li kolanan e ..

Li dijî kuştina Jîna Emînî qîr dikin …

Di xwepêşandanan de dengê wan bi hevoka Jin Jiyan Azadî bilin dibe ..

Doh li gelek bajaran xwepêşandan hebûn.

Di nava rojê de xwendekarên Zanîngeha Bizîşkî ya Tewrêz li dijî qetilkirîna Jîna Emînî xwepêşandan kirin..

Dirûşmên li dijî rejima Îranê bilind kirin.

Li paytexta Îran Tehranê jî hejmarek zêde ya welatiyan daketin qadan sûcên rejîma îranê ya li dijî jinê şrmezarkirin.

Li bajarê Îlam, tebrî û Zencan ku piraniya wan farsin jî gel bi dirûşmûn Bimre Xamaneyî xwepêşandan lidarxisitin..

Ev dîmen ji bajarê Gorgan a navenda parêzgeha Golistanê ye.

Jin û pîr û kalên Îranî li Îranê çarşefên xwe dişewitînin.

Li bajarê Sarî yê li bakurê Îranê jî jinan ji bo şermezarkirina qedexeya derbarê cil û bergên jinan de şalên xwe dişewitînin

Li vir jî jineke Îranî bang dike ..

Paşê yekî din li ser otomobîleke polîsan diqîre:

“Ez Komara Îslamî naxwazim!!

Keçeke Îranî bi boyaxê navê Mehsa li ser dîwaran dinîvîsîne ..

Nerazîbûnên heyî li tevayî bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bûne.

Li hemû bajarên ku xwepêşandan lê hatine lidarxistin hêzên rejimê bi awayek tûnd êrişê xwepêşanderan dikin.

Di encama êrişên hêzên rejimê yên li doh de 5 kesan jiyana xwe ji destdan.

Bi sedan kes jî birîndar bûne û gelek kes jî hatine binçavkirin.

Jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî bi hinceta biskê porê wî xuyadike êşkence lêhatibû kirin..

Jîna piştî 3 rojan 16’ê mehê de jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button