Hêzên QSD’ê li bajarokê El Şihêl yê Dêrazorê çeteyek girtin

Navenda Ragihandinê Ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku hêzên wan bi operesyonekê çeteyekî şaneyên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandina QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got:

“Hêzên Komandos yên girêdayî hêzên me yên QSD’ê bi operesyonekê li bajarokê El Şihêl yê rojhilatî gundewarên Dêra Zorê çeteyek girtin.

Çete Amir Ebûd El-Ibrahîm ku bi navê Ebû Ebîr tê nasîn alîkariya şaneyên DAIŞ’ê dikir da ku planên xwe li herêmê pêk bînin.

Navendê diyar kir ku çete Ebû Ebîr mala xwe ji bo veşartina çeteyên DAIŞ’ê bikartanî.

Her wiha nasname û pasportên sexte ji bo çeteyên biyanî bi taybet ji yên Iraqî re çêdikir da ku neyên girtin.

Back to top button