Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Derwêş re xwestin

Bi sedan şêniyên Qamişlo serdana konê sersaxiyê yê şehîd Mehmûd Derwêş kirin û sersaxî ji malbata wî re xwestin.
Li bin kon, soza domandina rêya tevahî şehîdan heta serkeftinê hate dayîn.

Endamê Asayişê, Mehmûd Derwêş 24’ê Çileyê di êrişa dewleta Tirkiyê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li taxa Meyselûn a Qamişlo hate vedan.

Îro seatên sibehê şênî, endamên saziyên sivîl û navendên leşkerî serdana kon kirin û sersaxî dan malbatê.

Li bin kon, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihedîn Hesen axivî û got:

“Dijminê gelê azadîxwaz dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan êrişî me dike, dixwaze xwe li ser tunebûna gelan bide avakirin.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî jî diyar kir ku dewleta Tirk li hember berxwedana gerîla bi bin dikeve, ji ber wê lawaz dimîne û êrişî Rojava û gelê wê dike.

Back to top button