Şehîd Mehmûd Derwêş hate oxirkirin

Şêniyên Qamişloyê şehîd Mehmûd Derwêş bi merasîmeke girseyî oxir kir û soz da ku ji bo têkbirina armanca êrişan hevgirtî bin.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên saziyên Qamişloyê, rêxistinên herêmê û rûspiyên êlan beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Mehmûd Derwêş bûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Casim axivî. Fatmayê bal kişand ser fedekariya şehîdan ji bo walatê xwe û got: “Bi saya berxwedana şehîdan, em gihaştin vê asta serkeftinê. Em sersaxiyê ji malbata şehîd Mehmûd re dixwazin. Şehadet xwedî wateyeke mezin e. Mirov nikare wê lehengiyê bi çend hevokan bîne ziman.”

Hevserokê Desteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî diyar kir ku wan ji bo doza azadiyê dest bi têkoşînê kiriye û wiha axivî: “Axa welatê me bi xwîna şehîdan hatiye avdan, ji ber wê em ê tu carî têkçûnê nepejirînin. Em ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û li ser xeta wan têkoşînê berdewam bikin.”

Berekat êrişên dewleta Tirk a dagirker ên hovane yên li dijî binesaziyên herêmê jî bi bîr xistin û wiha got: “Armanc şikandina îradeya gel e û bi darê zorê dane koçberkirin e. Lê divê bê zanîn ku gel li vir e û li ber xwe dide, wê li dijî her cure êrîş jî sekna xwe ya berxwedêr raber bike. Em ji hemû malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin û bi taybetî ji malbata şehîd Mehmûd Derwîş re. Em dibêjin; me çawa bi berxwedanê dest pê kir, em ê vê berxwedanê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Casir Mihemed jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Li ser navê Meclisa Kongra Îsalama Demokratîk em sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Derwêş re dixwazin. Şehîd tişta herî giranbuha ye ku mirov ji bo welat xwe feda dikin. Ji ber wê jî çiqas em behsa lehengiya wan bikin jî em nikarin bigihêjin asta berxwedanaa wan.”

Xalê şehîd Mehmûd Derwîş jî şehadeta Mehmûd Derwêş li gelê Kurd pîroz kir û got: “Em bi şehadeta Mehmûd Derwêş serbilind in.”

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şehîd Mehmûd Derwêş bi dirûşmên “Şehîd namirin” li Goristana Şehîd Delîl Saroxan ya Qamişloyê hate veşartin.

Asayîş: Endamê me Mehmûd Derwîş di êrişê de şehîd bû

Back to top button