HPG: PDK’ê kemîn danî, 2 gerîla birîndar bûn

Li qada Sergelê hêzên PDK’ê li hemberî gerîlayên Kurdistanê kemîn danî.
Di encama gulereşandina hêzên PDK’ê de 2 gerîla birîndar bûn.
HPG’ê ragihand ku piştî kemînê, balafirên şer ên dagirkeriya Tirk jî êriş kir û bombe li herdu wesayitan barandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên PDK’ê li hemberî gerîlayan kemîn danîn.

HPG’ê eşkere kir ku 24’ê Çileyê derdora 11’an hêzên wan yên ku bi 2 wesayitan diçûn Girê Amediyê li qada Sergelê ketin kemîna PDK’ê û ev agahî dan:

“Li ser vê yekê hêzên me ji wesayitan peya bûn û bersiv dan û demeke kurt şer qewimî. Di vê navberê de balafirên keşfê yên Tirk ketin dewrê û li ser herêmê firiyan. Di encama gulereşandina hêzên PDK’ê de 2 hevalên me birîndar bûn, her wiha wesayitên me ji ber hatibûn bêkêrkirin li cihê bûyerê man.”

Piştî kemîna PDK’ê, HPG’ê da zanîn balafirên şer ên dagirkeriya Tirk jî êriş kir û bombe li herdu wesayitan barandin.

HPG: Daxuyaniyên Wezareta Karê Hundir berevajîkirina rastiyê ye

Wezareta Karê Hundir ya Başûrê Kurdistanê jî îdia kiribû gerîlayan bi mûşekan êrişî hêzên zêrevanî kiriye.

HPG’ê ev îdia red kir û wiha got:

Daxuyaniya ku li ser vê mijarê hate dayin bi temamî berevajîkirina rastiyan e.

Şer ji ber kemîna ku danîbûn pêşiya hêzên me qewimî.

Em li hemberî dewleta Tirk a ku Kurdistan dagir kiriye di nava şer de ne.

Cihê şermê ye ku di rewşeke bi vî rengî de hêzeke Kurd derkeve pêşiya me û xizmetê ji hêzên dagirker re bike.

HPG: Tevî her tiştî em ê helwesta xwe ya berpirsyarane dewam bikin

HPG’ê hêvî kir ku rewşeke bi vî rengî careke din dubare nebe û wiha domand:

“Tevî her tiştî jî em ê helwesta xwe ya berpirsyarane dewam bikin.”

HPG’ê têkildarî çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk ên li qadên berxwendanê jî agahî dan.

Arteşa Tirk qadên gerîla 26 caran bombe kir

HPG’ê diyar kir di navbera 23-24’ê Çileyê de hêzên wan li herêma Zap û Xakurkê li dagirkeran dane.

Li ser êrişên arteşa Tirk a dagirker jî hate eşkere kirin ku qadên Metîna, Xakurkê û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Hêzên PDK’ê li herêma Amêdiyê êrişî gerîla kirin

Back to top button