Hêzên PDK’ê li herêma Amêdiyê êrişî gerîla kirin

Hêzên PDK’ê li başûrê Kurdistanê êriş û provakasyonên xwe yên li dijî gerîla didomînin.
Li sînorê herêma Amêdiyê çekdarên PDK’ê kemîn li pêşiya gerîla danîne û di encama êrişê de hinek gerîla birîndar bûne.
Lê HPG’ê derbarê mijarê de heta niha daxuyanî nedaye.

Hêzên PDK’ê ku li başûrê Kurdistanê li gel artêşa Tirk a dagirker tevdigerin, êriş û provakasyonên xwe yên li dijî gerîla didomînin.

Tevî ku HPG’ê gelek caran hêzên PDK’ê hişyar kirine ku ji herêmên gerîla dûr bisekinin û nekevin nava tevgerên dijber jî lê PDK kiryarên xwe didomîne.

Heta niha li gelek deveran di encama kemîn û êrişên hêzên PDK’ê de gelek gerîla şehîd bûne.

Hêzên bi ser PDK’ê li herêma Amêdiyê careke din êrişî gerîlayan kirin.

Hat ragihandin li ser sînorê Amêdiyê çekdarên PDK’ê êrişî gerîlayên ku di nava tevgerê de bûn kirin.

Di êrişa çekdarên PDK’ê de hinek gerîla birîndar bûn

Di encama êrişa kemînê de hinek gerîla birîndar bûne.

Hat ragihandin êriş ji aliyê hêzên bi navê Zêrevanî ve hatiye kirin.

Derbarê mijarê de heta niha ji aliyê HPG’ê ve daxuyanî nehatiye dayîn.

Du roj berê malpera Şarpressê nivîsek weşand û ragihand ku li ser fermana kesê bi navê Ezîz Weysî, li kuderê gerîlayên PKK’ê bên dîtin, divê werin gulebarankirin.

Li gorî malperê di nameyê de tê gotin;

“Dema ku hêzên PKK’ê nêzîk dibin, hewl bidin wan bigirin, eger xwe radest nekirin, wan û wesayîtên wan gulebaran bikin.

Ger wesayiteke PKK’ê bikeve xalên kontrolê yên Hêzên Zêrevaniyê, divê efser û pêşmerge wesayîtên wan bişewitînin.”

Her wiha di nameyê de gef li pêşmergeyan jî tê xwarin ger li dijî van biryaran tevbigerin wê werin cezakirin.

PDK’ê başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Tirkiyê re vekiriye

Back to top button