PDK’ê başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Tirkiyê re vekiriye

Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK’ê gav bi gav dagirkeriya xwe ya li başûrê Kurdistanê berfireh û mayînde dike.
Dewleta Iraqê jî li dijî vê binpêkirina serweriya xaka xwe tu helwestê nîşan nade.
Herî dawî artêşa Tirk bi piştgiriya PDK’ê li Duhokê baregehe leşkerî ya nû ava kir.

PDK’ê xaka başûrê Kurdistanê heta dawiyê ji dagirkeriya dewleta Tirk re vekiriye.

Dewleta Iraqê jî li dijî vê binpêkirina serweriya xaka xwe tu helwestekê nîşan nadê.

Artêşa Tirk a dagirker ku li pey xeyalên Mîsakî Mîlî ye di bin navê şerê li dijî PKK’ê de her diçe xwe li başûrê Kurdistanê mayînde dike.

Dewleta Tirk heta 100 km ketiye nava xaka başûrê Kurdistanê û gav bi gav baregehên nû ava dike.

Vê gavê li Bamernê, Şeladizê, Batûfa, Kanîmasî, Geliyê Zaxo, Amediyê, Begova, Dêralûk, Hewlêr, Duhok û gelek deverên yên li Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî yên artêşa Tirk hen e.

Her wiha li Hewlêr, Duhok, Selahedîn, Zaxo û gelek deverên din navendên MÎT’ê jî hene.

MÎT li van navendan bi piştiriya rêxistina bi navê Parastin ya PDK’ê li dijî welatparêz û şoreşgerên Kurd reşkujiyan pêk tîne.

Ji bilî wê, PDK li dora qadên gerîla çeperan ji artêşa Tirk a dagirker re dikole û baregehên nû ava dike.

PDK li Duhokê ji artêşa Tirk re baregeheke nû ava kir

Herî dawî jî derket holê ku artêşa Tirk bi alîkariya PDK’ê li bajarê Duhokê baregehe nû avakiriye.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ev baregeh li devereke sînorê Duhokê hatiye avakirin.

Duh jî Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku PDK’ê bi siyaseta xwe ya şaş Kurdistan veguherandiye qada şer û dagirkeriyê û got,

“PDK’ê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û valakirina gundan her tiştî dike.

Back to top button