HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li herêma Zapê 5 leşkerên Tirk ên dagirker cezakirin, 3 jî birîndar bûn.
Li aliyên din dagirkeriya ku ji gerîlayan derbên giran dixwe PDK’ê tîne bi hawara xwe.
Careke din bi dîmen hate belgekirin enqaza kepçeya ku gerîla têk biribû ji aliyê PDK’ê ve li qadê hate derxistin û ji Amediyê birin Dihokê.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê 5 leşkerên Tirk ên din cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlya ev agahî parve kir:

“Li Herêma Rojavayê Zapê, 1’ê Nîsanê li hemberî dagirkerên ku êrişî tuneên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê dikirin, bi sabotajê çalakî hate kirin.

Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, yek jî birîndar bû.

2’ê Nîsanê jî gerîlayên YJA Starê li Girê Amediyê bi sekvaniyê, dagirkerek cezakirin.

4’ê Nîsanê jî li Girê Cûdî li hembrî dagirkerên ku dixwestin teqemeniyan bixin tunelên me yên şer, bi sabotajê û çekên ferdî çalakî hate kirin.

3 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.”

Her wiha HPG’ê ragihand ku gerîlayan li ser dagirkeran çekeke ferdî û hin alavên leşkerî rakirin.

Têkîldarî êrişên artêşên Tirk a dagirker jî ev agahî hate parvekirin.

“Tunelên şer ên li Girê Amediyê, 31’ê Adarê carekî, 1 û 2’ê Nîsanê jî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

1’ê Nîsanê Girê FM’ê jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

HPG’ê destnîşan kir ku Gaza kîmyewî ya hate bikaranîn bi rengê spî bû û bêhna klorê jê dihat.

Her wiha hat ragihandin dagirkeran bi balafirên şer û yên bêmirov jî bi giştî 52 caran qadên gerîla bomberana kirine.

PDK’e bûye barhilgirê dewleta Tirk a dagirker!

Li aliyê din hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re carke din bi dîmenan hate belgekirin.

Beriya niha gerîla li herêma Zapê li dijî kepçeyên dewleta dagirker ku rêyên nû ji bo dagirkirina qadê çêdikir kiribû armanc û encamê de hatibû îmhakirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku nikaribû enqaz û kuştiyên xwe li herêm gerîla derxîne PDK’ê xiste dewrê.

Enqaza kepçeya ku gerîla têk biribû ji aliyê PDK’ê ve li qadê hate derxistin û ji Amediyê birin Dihokê.

Back to top button