Finlandiya xalên derbasbûnê yên li ser sînorê Rûsyayê girt

Fînlandiyaya ku sînorên xwe yên bejahî yên bi Rûsyayê re girtiye, bi van tedbîran armanc dike ku pêşî li herikîna koçberên bêdestûr bigire.

Fînlandiyayê ragihand ku xalên derbasbûnê yên berê girtî û hin benderên li ser sînorê Rûsyayê dê heta demeke nediyar girtî bimînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku benderên Haapasaari, Nuijamaa û Santio ji 15’ê Nîsanê û vir ve ji bo keştiyên geştiyariyê heta demeke nediyar girtî ne.

Finlandiya armanc dike pêşî li hatina koçberên neqanûnî bigire

Hat destnîşankirin ku Fînlandiyaya ku di dawiya sala borî de ji ber zêdebûna hejmara kesên ku ji welatên wek Sûriyê û Somaliyê tên di van salên dawî de sînorên xwe yên bejayî yên bi Rûsyayê re girt, armanc dike ku pêşî li herikîna koçberên neqanûnî bigire.

Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku eger pêla koçberên neqanûnî ber bi Fînlandiyayê ve bidome, ev yek dê bibe metirsiyeke cidî li ser ewlekariya neteweyî û nîzama giştî ya Fînlandiyayê.

Di daxuyaniya xwe ya meha Sibatê de, Fînlandiyayê ragihandibû ku girtina sînor dê heya 14ê Nîsanê bidome.

Back to top button