Di encama êrişeke xwekuj de, yek ji serçeteyên El-Qaîdê li Sûriyê Ebû Mariya El-Qehtanî li Idlibê hat kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Muyesir Mûsa El-Cibûrî ango Ebû Mariya El-Qehtanî yê Iraqî, di êrişeke xwekuj li bajarokê Seremda yê Idlibê hatiye kuştin û 4 serçeteyên berê yên li Qaîdê jî birîndar bûne.
Tê gotin ku sala 2011’an serçeteyê berê yê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî, El-Qehtanî bi Ebû Mihemed El-Colanî re şandiye Sûriyê da ku şaxê El-Qaîdê li Sûriyê ava bikin.
Sala 2006’an jî piştî ji zindanê derket, li parêzgeha Neynewayê erkê berpirsiyartiya El-Hisbê û endamê komîteya Şerîî girtiye.
Herî dawiyê El-Qehtanî ji hêla çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hatibû girtin û berî mehekê di 7’ê adarê de hat berdan.
Tehrîr El-Şamê gotibû ku El-Qehtanî şaştî di karên xwe de kiriye û ji erk hatiye girtin.
Lewra vê gavê tiliyên tawanbariya kuştina wî li ser Heyet Tehrîr El-Şam in.