HRE: Li Efrîn, Bab û Marê leşkerek û 5 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê jî eşkere kir ku di çalakiyên wan ên li Efrîn, Bab û Marê de leşkerek, 2 polîs û 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê jî bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker dan.

Navenda Ragihandinê ya HRE’ê der barê çalakiyan de daxuyanî da û ev agahî parve kir;

“22`yê Kanûnê, li bajarê Efrînê çalakiyek taybet hat lidarxistin.

Di çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn û erebeyek çeteyan hat rûxandin.

26`ê Kanûnê, li baregehên artêşa Tirk ên li Marê, Kefer Mizê û Kil Cibrîn hatin xistin.

Di van çalakiyan de leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn.

27’ê Kanûnê, li bajarokê Babê li dijî navendeke çeteyan çalakiyek hat lidar xistin.

Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.

Heman rojê li Efrînê jî 2 çete hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn û erebeyek çeteyan hat rûxandin.

28`ê Kanûnê jî li bajarokê Babê li dijî 2 baregehên artêşa Tirk çalakî hatin lidarxistin.

Di van çalakiyan de jî 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.”

Back to top button