Li Reqayê foruma 1. a komîn û meclis hate lidarxistin

Li Reqayê Foruma 1.a Meclis û Komînan hate lidarxistin.
Endam û nûnerên komîn û Melcisên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazor beşdarî forumê bûn.
Beşdaran li ser girîngiya komînan di birêxistinkirina civakê de li hev kirin.
Forum bi encamnameyekê bi dawî bû.

“Komîn Garantiya Neteweya Demokratîk e.”

Bi vê dirûşmeyê Meclisa Giştî a Reqayê Formeya Yekemîn ji Komîn û Meclisan re li dar xist.

Endam û nûnerên komîn û Melcisên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazor beşdarî forumê bûn.

Despêkê Hevserokê Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweser a Dermokratîk ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Hisên Osman eşkere kir ku di Hevpeyama Civakî de herî zêde rola komîn û meclisan ji bo girtina biryaran heye û diyar kir ku her kes li gorî wê dikare biryarekê bide da ku biryare ne-navendî be.

Hevseroka Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid jî axivî û bal kişand li ser gefên li dijî Rêveberiya Xweser û wiha got:

“Niha gelek alî hene ku hewl didin derbê li Rêveberiya Xweser bidin.

Lê ev yek bi saya hevgirtin û birêxistina we, hemû hatin pêçkirin.”

Pişt axaftinê, mijarê wekî civak û jiyan, aboriyan komînal, projeyên jin û civaka exlaqî hatin nîqaşkirin.

Di nîqaşê de pêşinyar û nerînên berşdaran hatin girtin.

Forum bi necamnameyekê bi dawî bû.

Çend xalên di encamnameyê de wiha ne:

  • Mezinkirina asta têkoşînê û beşdarbûna ji çalakî û pêngavên banga azadiya Rêber Apo dikin.
  • Pêkanîna zagonên di Hevpeymana Civakî de.
  • Salê carekê ji bo meclîs û komînan fourm û semîner bên dayin.
  • Xebatên ji bo piştgirîdayîna aboriya civakî a komînê.

Di dawiya forumê de şanoyek derbarê salvegera 11. a komkujiya Parîsê de hate pêşkêş kirin.

Li Reqayê di forumeke diyalogê de rola komîn û meclîsan tê gotûbêj kirin

Back to top button