Li hin welatê Ewropayê nexweşiyên şewbê û vîrûs korona zêde dibe.
Li Îtalyayê hişyarî hate kirin û li Spanyayê jî bikaranîna maskeyan hate ferzkirin.
Nexweşiyên şewbê û vîrûsa corona careke din dikevin rojevê.
Hat ragihandin li Ewropayê di hefteyên dawiyê de nexweşiyên şewbê û vîrûsa korona bi lez belav dibe.
Li ser vê yekê hikumeta Spanyayê li nexweşxaneyan û navendên tenduristiyê bikaranîna maskeyan ferz kir.
Li Îtalyayê jî hişyarî hate kirin ku rêjeya nexweşiya enfeksiyonê ya bi rêya hilmijê gihiştiye asteke bilind.
Navenda Kontrolê û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan ya Ewropayê jî derbarê mijarê de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ji welatiyan hat xwestin dema ku bi nexweşiyê hesiyan li malên xwe bimînin û li cihê qelebalix û cihên xizmetê yên tenduristiyê maskeyan bikarbînin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin kesên kal û pîr û yên nexweşiyên wan yên kronîk hene divê derzî bibin û hate gotin, “Grîp êdî ji vîrûsa Sars-CoV-2 ku dibe sedema Coronayê jî zêdetir tê dîtin.”
Hefteya derbasbuyî li hin herêmên Spanyayê rêveberiyên xwecihî ji kesên nexweş, yên serdanê dikin û xebatkarên nexweşxaneyan xwestibû ku masekyan bikarbînin.
Hikumeta Spanyayê jî roja duşemê pêşniyar kiribû ku li tevahiya welat maske bên bikaranîn.
Hat ragihandin tevahiya rêveberiyên xwecihî di heman fikrê de nînin û derbarê mijarê de wê biryara dawî roja çarşemê bê dayîn.