Clark: Ti stratejiyek biryara Trump nîne

Fermandarê Teqawîd yê hêzên Hevkarên NATO yê Ewropa Orgeneral Wesley Clark got, dibe ku Serokkomarê dewleta tirk Erdogan ji bo êrîşa li dijî bakur û rojhilatê Sûrî gef li Serokê Emerîka Trump xwaribe.

Wesley Clark di bernameya ‘New Day’ a CNN International’ê de têkildarî biryara serokê Emerîka ya desturdayîna êrîşên dewleta tirk a li dijî bakurê sûrî axivî.

Clark diyar kir ku wer xuya dike ku biryara Trump ne xwedî ti stratejiyekê ye û ev pirs kir.

Ger weha bê, wê demê divê em jî pirs bikin, ji ber çi hatiye girtin?

Hemû hevkarên me yên li rojhilata navîn û hevalên me dibêjin Erdogan gef li Trump xwariye yan na.

Ma deyndariyek bi berdêl heye?

Mirovek çawan dikare biryareke wisan bigire.

Wesley Clark, ku rexne li polîtîkaya Trump kir anî ziman ku ev biryar bû sedema nerehetiyê, ji ber ku bandorê li ser ê
şêwazê polîtîkaya derve jî kir.

Leave a Reply

Back to top button