Di çalakiyên Berxwedana Rûmetê de hemû beşên civakê cîh digirin û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin.
Îro jî oldar daketin qadan û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Oldaran li bajarê Qamişlo li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek dan û bang kirin ku sûcên mirovahiyê yên dewleta Tirk were rawestandin.
Bi sedan endamên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Qamişlo li pêşiya avahiya NY kom bûn û dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi navê Îslame êrişî Bakur u Rojhilate Suriye kir û ev şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
“Em wek oldar û zanistên misilman berpirsiyarin ku rûyê reş ê kesên niha ji xwe re dibêjin misliman derxînin holê.
Emê li pêş Îslama ku dibêjin kuştin û qetilkirin tê de heye bisekinin.
Emê carek din bi rêya Kongreya Îslama Demokratîk, Îslama pêximber derxînin holê.”