HPC: Ji bo parastina mal û milkên navçeya Eyn Îsayê li ser kar e

Hêzên Parastina Civakî ya navçeya Eyn Îsayê, bi Hêzên Asayîşê û Hêzên Tirafîkê re dibin alîkar û navçeyê diparêzin.

Piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser heremê HPC Eyn Îsa jî li kêleka hêzên ewlehiyê bi erka xwe radibe.

Şev û roj di nav kolanên navçeyê de dewriyan davêjin, cihên kontrolê avadikin.

Hêzên Parastina Civakî ya Eyn Îsayê her hewa li tax û kolanên vala bûne, mal û milkên gel ji çeteyan diparêzin.

Endamên HPC`ê Salih Osman diyar kir ku ew ê bi her awayî axên xwe ji dagirkeran biparêzin û got, “Em kêleka hêzên parastina aramî û ewlehiyê tevlî xebatên parastinê jî dibin.”

Hêzên HPC`ê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyê ji şêniyên herêmê yên dilwaz pêk tên û li kêleka hêzên eskerî û ewlehiyê parastina kes û civakê dikin.

Leave a Reply

Back to top button