HPG’ê şehîd Çekdar Şoreş bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya Şehîd Çekdar Şoreş ku li Botanê şehîd bûye eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin; hevrê Çekdar lehengek bû ku li nava refên gerîla her tim li ser xeta qehremaniyê meşiya.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya gêrîlayekî ku di sala 2020 de şehîd bibû eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku ji fermandarên pêşeng ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hevrê Çekdar Şoreş li Botanê şehîd bû û wiha got:

“Hevrêyê me Çekdar ku di nava 14 salên gerîlatiya xwe de mohra xwe danî binê serketinên mezin bû yek ji milîtanên mînak ên felsefeya Apoyî.

Bi kesayet û jiyana xwe ya bi rengê derwêşane ji bo azadiya gelê me bû yek ji fermandarên pêşeng ên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk.

Hevrêyê me Çekdar li Kelareşê dest bi gerîlatiyê kir û ji lûteyên Zagrosan heta bi deştên bihuştî yên Botanê bênavber gerîlatî kir.”

HPG’ê ragihand ku şehîd Çekdar bû lehengek ku ji nava xelkê Şaxê, ji eşîra Xelîlanê rabû û li nava refên gerîla her tim li ser xeta qehremantiyê meşiya.

Di dawî de HPG’ê ji malbata hêja ya şehîd Çekdar û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gêrîlayê şehîd wiha ye..

Nasnav: Çekdar Şoreş
Nav paşnav: Harûn Îtah
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik: Halîme
Bav: Seyfettîn
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2020 / Botan

Back to top button