Li Kobanê Akademiya Emîgîhan Cûdî zarokên şehîdan perwerde dike

Akadimiya şehîd Emghan Cûdî li Kobanê derfetên perwerdehiyê ji bo zêdetirî 200 xwendekarî pêşkêş dike.
Akadimî derfetên perwerdehiyê ji bo zarok,xwişk û birayên şehîdan pêşkêş dike.
Yên ku ji ber şer û kêm derfetiyê ji dibistana qotbûne.

Di herêma firatê de gelek zarok,xwîşk û birayên şehîdan ku jı ber rewşên şer û kêm derfetiyan ji xwendinê qutbûne hene.

Lewra saziya malbatên şehîdan akadimiya perwerdê ya şehîd Emgîhan Cûdî avakirin.

piştî du dewreyên perwerdehiyê, niha jî dewreya sêyemîn bi rêdikeve.

Rêvebera akadimiya şehîd Emîgîhan Cûdî derbarê xebatên xwe de axivî û got:

Dema her dewreyekê di akadimiya şehîd Emgîhan Cûdî de nêzî salekê ye.

Armanc ji vekirina akadimiyê ewe ku zarokên şehîdan di sazî û dezgehên rêveberiya xweser de piştî derçûnê lê bi cih bibin.

60 xwendekar tevlî vê dewreyê bûne.

Di vê dewreyê de perwerdeya zimanê kurdî ,erebî ,ingilîzî û perwerdeya komiyoterê tên dayîn.

Gelek xwendekar li gundan jiyan dikin ,ew jî yek ji sedemên ku nikaribin xwendinê dewambikin.

Lewra akadimiya şehîd Emgîhan Cûdî ,6 erebe amedekirine ku rojane xwendekaran ji gundên wan bighîne akadimiyê.

Yek ji xwendekarên akadimiya şehîd Emgîhan kêfxweşiya xwe bi vekirina akadimiyê got:

“Saziya malbatên şehîdan li me xwedî derdikeve .”

Akadimıya şehîd Emghan cûdî di sala 2021’an de hatiye avakirin.

dewreya yekem di sala 2021’an de bû, ku nêzî 100 xwendekar jê derçû .

Dewreya dûyem jî di sala 2022’an de bû ku nêzî 40 xwendekar jê derçû.

Back to top button