Konfiransa li Bogotayê ket roja xwe ya dawî

Konfiransa li Kolobyayê ya bi sernavê “Heta Avakirina Civaka Demokratîk rabûna li ber Kapîtalîzmê” îro di roja 3 de ye.

Ji 15 welatan 50 organîzasyon beşdarî konferansê bûn.

Di roja duyemîn a konferansê de komên xebatê yên cuda hatibûn avakirin.

Di xebata maseya jinê de tevgera jinên Kurd tecrubeyên xwe parve kir.

Di nîqaşan de stratejiyên têkoşînê yên li dijî netew dewletan hatin destgirtin.

Rêxistinên Kolombiyayî û rêxistinên ciwanan ên li Perûyê tevlî maseya ciwanan bûn.

Danasîna ciwanan hat kirin. Tevgera ciwanên Kurdistanê jî di vê komê de tecrubeyên xwe parve kir.

Ji Kolombiyayê gelek rêveberên organîzasyonê beşdarî vê maseyê bûn.

Di maseyek dawî de jî nêrînên cuda hatin nîqaşkirin.

Beşdarvan ji pirsa “Em cîhaneke çawa, sîstemeke çawa xeyal dikin” re li bersivên felsefî geriyan.

Back to top button