Şahidên komkujiya li Buça ya Ûkrayna qala bûyerê kirin

Li Ûkrayna car bêdengî û car jî şer dijwar dibe. Komkujiya li Buça hîna di rojeva sereke de ye. Şahidekî bûyerê axivî û got; Piştî hefteya 3. êdî artêşa Rûsya dest bi kuştina sivîlan kirin. Rêvberiya bajarê Mariupol jî îdia dike ku 210 jê zarok bi giştî 5 hezar sivîl li bajar hatine kuştin. Pentagonê ragihand ku artêşa Rûsya hêzên xwe yên li Kîev û Çarnihivê bi tevahî paşde kişandine.

43 rojin li nava Ûkrayna dengê tank, top, balafir û welatiyan kêm nabe.

Bajar, gund û navçe kavil bûne.

dimenê ew yê ruptly ya sivîlên nava bajar hatine kuştin bidin

Komkujiya 2’ê Nîsanê li nava bajarê Buça yê dikeve bakurê paytext Kîevê bûye rojeva sereke ya cîhanê.

Her çiqas rêveberiya Moskow vê yekê red dike jî lê, dimen gotinan bê wate dihêle.

Şahidên komkujiya li Buça: Piştî hefteya sêyemîn dest bi xuştina sivîlan kirin

Niştecihê Buça yê binavê Viktor anî ziman ku wî şahidiya bûyerên taybet 27’ê Sibatê kiriye û wiha got:

Ez wê rojê li malê bûm. Min di pencereyê re derbasbûna wesayîtên Rûsya dît.

Vîktor anî ziman ku despêkê êrişî sivîlan nekirin lê her ku di pêşketinê de tengav bûn vê carê berê xwe dan sivîlan.

“Hefteya yekem hinekî bêdeng bû, mirov dikaribû derkevin derve. Hefteya duyem û hefteya sêyem êdî wan dest bi armanckirina sivîlan kirin. Her der kavil bû.”

Gundê Moşçun yê Ûkrayna ye ku bi carekê de kavil bûye.

Her çiqasî hêzên Ûkrayna 21’ê Adarê gund ji kontrola artêşa Rûsya derxistibe jî lê wêraniya li herêmê dawî li jiyana gund aniye.

Dîmenê çeperên ku artêşa Rûsya li Çernobil çêkirî hatin kişandin

Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê dîmenên xendeqên ku leşkerên Rûsya li herêma Santrala Nukleerî ya Çernobîlê çêkirîn jî weşand.

Hat îdiakirin dibe ku leşkerên Rûsî ji ber radyasyonê bi nexweşiyên ketine.

Ûkryana: Rûsya hewil dide herêma Donbassê tevahî kontrol bike

Artêşa Ûkrayan diyar kir ku hêzên Rûsyayê li herêma Donbassê ku hikûmetên cudaxwaz lê ne, xwe ji nû ve kom dikin û amadekariya êrîşeke nû dikin.

Doh, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihandibû ku hêzên Rûsyayê bi temamî ji bakurê paytext Kîev û Çernîhivê vekişiyane.

Ûkrayna: Li Mariupol ê 210 jê zarok 5,000 kes hatine kuştin

Ji bajarê Mariupol ku bi tevahî kavil bûye, îdiayên metirsîdar derdikevin.

Şaredarê bajar Vadim Boyçenko diyar kir ku ji ber êrişên Rûsya yên li ser welat 210 jê zarok bi giştî 5 hezar kes hatine kuştin.

Boyçenko îdia kir ku bajarê Mariupol bi zanabûn tê tinekirin.

Ûkrayna: 18,900 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Hemwextî vê Sererkaniya Ûkrayna bîlançoya şerê 43 rojan a li dijî Rûsya eşkere kir.

Sererkaniy got: 18,900 leşkerên Rûsya hatine kuştin. 150 balafir, 135 helîkopter û 698 tank hatine bêkêrkirin.

Rûsya: 4 navendên sotemeniyê hatin têkbirin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov jî ji aliyê xwe ve bîlanço eşkere kir.

Li gorî vê;

4 navendên sotemeniyê yên Ûkrayna hatin têkbirin.

29 binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna hatin têkbirin.

Heta niha 125 balafir û 93 helîkopter jî hatine xistin.

Back to top button