Şêwirmend û rayedarên Îranê ji Sûriyê vedikişin

Îranê ji bo ku xwe ji aloziyên li rojhilata Navîn dûr bixe hin tedbîrên nû girtin.
Îranê şêwirmend û rayedarên xwe ji Sûriyê vedikişîne.

Reutersê eşkere kir ku Pasdarên Şoreşê yên Îranê biyar dane ku hejmara efserên xwe yên li Sûriyeyê kêm kirine, nemaze piştî êrişên Îsraîlê yên vê dawiyê.

Çavkaniyan diyar kir ku Îran hewl dide xwe ji aloziya gur a li Rojhilata Navîn dûr bixe, ji ber wê ev gav avêtiye.

Reutersê aşkera kir ku Pasdarên Îranê bi temamî ji Sûriyeyê venakişin, lê belê dê ji dûr ve bi alîkariya Hizbullaha Lubnanê operasyonan bi rê ve bibin.

Têkildarî hêzên Îranê yan jî şêwirmendên wê yên li Sûriyeyê, berpirsekî herêmî yê nêzî Îranê aşkera kir ku wan nivîsgeh û navendên xwe girtine û tevgerên xwe gelekî kêm kirine.

3 çavkaniyên agahdar jî ragihand ku Pasdarên Îranê bi fikar in ku agahiyên hesas ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ve aşkera bibin.

Îranê hesaban dike ku îhtîmal heye aloziya di encama operasyona Hemasê de dest pê kiriye, berfirehtir bibe û ji bo ku xwe jê dûrbe van tedbîran dike.

Back to top button