Nobeta Edaletê berfireh dibe-piştî 7 bajaran li Êlihê jî dest pê kir

Piştî 7 bajaran, xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl ên li Êlihê jî dest bi Nobeta Edaletê kirin.
Di serî de derhiqûqtiyên li ser Rêber Apo, daxwaz hate kirin ku binpêkirinên li tevahiya girtîgehan bi dawî bibin.
Her wiha Nobeta Edaletê yên li bajarên din hatine despêkirin jî bi biryardarî dewam dikin.
Çalakvanan îro jî diyar kirin, heta ku bigihijîn armanca xwe wê çalakiyê roj bi roj mezintir bikin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi armanca ji bo piştgiriya daxwazên girtiyên PKK û PAJK’ê û azadiya fîzîkî a Rêber apo berfireh dibe.

Girtiyên siyasî 67 roj in ji bo rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd di grêva birçîbûna ya dorveger de ne.

Bi vê mabestê piştî 7 bajaran xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl ên li Êlihê jî dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Ji endamê rêxistina Hewldana 78’an Omer Kurt ku tev li çalakiyê bû, axivî û banga hestiyariyê kir.

Omer Kurt bal kişande li ser tecrîdê û encamên wê û ev tişt anî ziman:

Ev tecrîd îro li tevahiya welêt û girtîgehan belav bûye.

Li girtîgehan binpêkirinên mezin hene, tehliye tên şewitandin, girtî jiyana xwe ji dest didin û binpêkirinên mezin li dijî girtiyan tên kirin.

Ji bo ku em bala raya giştî bidin ser vê mijarê, em dest bi nobetê dikin.

Di serî de derhiqûqtiyên li ser Rêber Apo, Kurt daxwaz kir ku binpêkirinên li tevahiya girtîgehan bi dawî bibin û banga xurtkirina piştgiriyê kir

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy jî bertek nîşanî zext û zordariya li girtîgehan tê kirin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Nobeta Edaletê: Dem Dema Azadiyê ye

Her wiha Nobeta Edaletê yên li bajarên Wan, Amed, Sêrt, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn û Stenbolê jî bi biryardarî dewam dikin.

Çalakvanên di nobetê gotin, ‘Dem dema azadiyê ye” û diyar kirin ku heta bigihijîn armanca xwe wê çalakiyê roj bi roj mezintir bikin.

Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne

Back to top button