Li bajarê Wan û Qersê starta ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ hate dayîn

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çaresekirina pirsgirêka kurd xelkê bajarên Wan û Qersê dest bi ‘Meşa mezin a Azadiyê’ kirin.
Tevî êrişên polîsên faşîst ên Tirk jî bi coş dewam dike.
Di peyaman de hata diyar kirin serkeftina Meşa Mezin a Azadiyê wê deriyê serkeftinê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn veke.

Li bakurê Kurdistanê partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çaresekirina pirsgirêka kurd starta “Meşa Mezin a Azadiyê” dan.

Ji baskên bajarê Wan û Qersê îro meşa ku wê 15 rojan dewam bike, bi daxuyaniyan destpê kir.

Ji daxuyaniyên her du bajaran cend sanî biherikîne

‘Meşa Mezin a Azadiyê‘: Tecrîd, paşeroja hevpar a gelan sabote dike

Di daxuyaniyên hatin dayîn de hate diyar kirin tecrîda li Îmraliyê tevahiya herêmê dorpêç kiriye û hate gotin:

“Ev tecrîd, paşeroja hevpar a gelan sabote dike.

“Rêya şikandina tecrîda mutleq, têkoşîna hevpar e”

Hate destnîşankirin, rêya şikandina tecrîdê, bi têkoşîna hevpar a hemû aliyan pêkan e û ev bang hate kirin:

Rêya pêşerojeke azad, demokratîk û aştiyane bi şikandina tecrîda li Îmraliyê pêkan e.

Ji bo piştevaniya meşê partiyên siyasî û rêxistinan dawiyê banga tevlîbûne kirin û gotin:

Bêguman wê serkeftina Meşa Mezin a Azadiyê deriyê serkeftinê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn veke.”

Piştî daxuyaniya li Wanê, girseya ber bi Parka Mûsa Anter ve meşiyan, ji wir berê xwe dan navenda rêxistina bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî.

Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Kurdsitan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin qîrîn.

Girseya gel a li Parka Mûsa Anter bi çepikan heyet pêşwazî kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Keskîn Bayindir ji bo xwedîderketina meşê spasiya gelê Wanê kir û anî ziman ev cihê pîroziyê ye.

Li Wanê di ‘Meşa Mezin a Azadiyê‘ de polîsan gelek kes binçav kirin

Polîsên rejîma AKP-MHP’ê yên dor li girseya gel girtin, êrişî gerseyê kir û gelek kes binçav kirin.

Girseya gel guh neda hişyariya polîsan û bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ meşa xwe dewam kir.

Tevî êrîşê jî kom xwe gihand navenda rêxistina bajêr û paşê ber bi navçeyên din ve meşa xwe dewam kirin.

Girseya gel a li ber avahiyê jî bi tilîlî, çepik û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ çalakger pêşwazî kirin.

Piştî pêşwazîkirinê meşvanên azadiyê bi hev re ‘govenda azadiyê’ gerandin.

Baskê meşê ya li Qersê di bin dorpêça polîsan de bi biryardarî dewam kir

Baskê meşa Mezin a Azadiyê yê li Qersê jî di bin dorpêça polîsan de dest pê kir.

Tevî zext û zordariyan, meşvanan bi biryardarî meşa xwe ber bi rêxistina partiyê a bajêr û navçeyên din ve domandin.

Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin

Her wiha rêxistina DEM Partî ya bajarê Bursayê yê Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya meşê kir û got:

“Heta ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tê rakirin û xefikên li dora pirsgirêka kurd tên rakirin em ê nesekinin.”

Li Bakurê Kurdistan meşa mezin a azadiyê li Wanê destpêkir

Back to top button