Li Bakurê Kurdistan meşa mezin a azadiyê li Wanê destpêkir

Li Wanê starta Meşa Mezin a Azadiyê ku bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk tê lidarxistin, hate dayîn.

Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, rakirina tecrîdê û çaresekirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, îro li Wan û Qersê dest bi “Meşa Mezin a Azadiyê” bikin.

Meş dê heta 15’ê Sibatê bidome.

Baskê meşê yê Wanê daxuyaniyek da.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî di daxuyaniyê de cih girtin.

Kesên tev li meşê bûn pêşmalkên bi nivîsa “Meşa Azadiyê ye” li xwe kirin.

Back to top button