Li girtîgehan gefên kuştinê û agahiyên sirgûnkirinê tên

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda Îmrali yê di roja 67’de derdewam dike.
Lê li girtigehan rojane binpêkirin, gefên kuştinê û agahiyên sirgûnkirinê tên.
Girtî ji ber zêxtên ku tên kirin qebul nakin wê carê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û îşkencê li wan tê kirin.

Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê çalakiyên greva birçîbûnê dewam dike.

Çalakiya dîlgirtiyê azadiyê di roja 67’an de ye.

Ji girtîgehan her roj agahiyên sirgûn û êşkenceyê tên.

Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ye.

Ji girtiyên li Kalkandere ya Rîzeyê di greva birçîbûnê de ne Vefa Yilmaz bi lez û bez ji Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê hate sirgûnkirin, lêgerîna tazî lê hate ferzkirin û ji ber ku ev yek qebûl nekir, lê hate xistin.

“Lêgerîna tazî lê ferz kirin, ji ber ku qebûl nekir, lê xistin”

Ahmet Yilmaz birayê Vefa Yilmaz li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got:

“Kekê min bêyî ku agahiyê bidin me bi lez û bez sirgûn kirin.

Di ser re lêgerîna tazî lê ferzkirin û lê xistin.”

Yilmaz diyar kir ku kekê wî di telefonê de jê re gotiye, êşkence lê kirine û got:

“Bêyî ku agahiyê bide me, bide malbatê bi lez û bez bi zorê birin Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê.

Li ber deriyê girtîgehê jî lêgerîna tazî lê ferz kirin.

Ji ber ku kekê min qebûl nekir, gardiyanan li wî xistin.”

Gefa kuştinê li girtî Ekrem Gun tê xwarin

Girtiyê bi navê Ekrem Gun li Girtîgeha Hejmar 2 ya Bandirmayê tê ragirtin û tetîkkêşê bi navê Îsmet Ozdemîr gefa kuştinê lê dixwe.

Girtiyê bi navê Ekrem Gun li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin.

Hat zanîn ku kesê bi navê Îsmet Ozdemîr ku li heman beşê û di hucreya li rex hucreya Gun de dimîne, gefa kuştinê dixwe.

2 meh berê kesekê bi navê Îsmet Ozdemîr anîn hucreya li rex hucreya wî.

Gun, da zanîn ku Ozdemîr gefa kuştinê li wî xwariye.

Gun, ji parêzerê xwe re got ku Îsmet Ozdemîr ev gef lê xwarine:

“Ji bo kuştina te ez anîm vê derê. Ez ê te bikujim. Lewma te naşînin girtîgeheke din. Ez ji bo te anîm vê derê.”

Her wiha Gun destnîşan kir ku di seranserî rojê de gef li wî tên xwarin.

Ji ber gefên hatine xwarin, Gun giliyê Ozdemîr kir û ji ber vê yekê dozgeriyê îfadeyê Ozdemîr girt.

Gun, diyar kir ku tevî serlêdana sûc jî tu tevdîr nehatine girtin û bi rêya parêzerê xwe ev peyam da:

“Heke tiştek bi serê min bê, baş bizanin ku ev întîhar nîne.

Ji ber ku ez ne kesekî wisa me ku întîhar bikim. Ev demeke ez van tiştan dijîm.”

Çalakiyên greva birçîbûnê 66 roje didome

Back to top button