Rûsya: Di rewşa xeteriyeke tinebûna mede, dibe Putin serî li karanîna çekên nukleerî bide

Rûsya gefên xwe yên li dijî welatên Rojava tujtir dike. Moskow derbarê karanîna çekên nukleerî de, daxuyaniyek da û got: Ger ku em xetereyek hebûna xwe bibînin dibe ku Putin serî li karanîna çekên nukleerî bide. Li aliyekî din, Koşka Spî ragihand ku wê Serokê DYA Biden di serdana xwe ya li Ewropa de cezayên tuntir li ser Rûsya ferz bike.

Êdî ji Ûkrayna zêdetir, Rûsya gefê li welatên Rojava dixwe.

Moskow bi awayekî eşkere ji piştevaniya van welatan bo Ûkrayna aciz bûye.

Bi derbasbûna rojê re ev acizî bi daxuyanî û karanîna çekên giran yên li Ûkrayna hîn baştir xuya dike.

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov got, Ger Serok Vladimir Putin “metirsiyek hebûnê” li ser welatê xwe bibîne, dibe ku serî li çekên nukleerî bide.

Pentagon difikire ku Ûkrayna wê li dijî Rûsya biser bikeve

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby doh derbarê 27 rojiya şerê li Ûkrayna de axivî.

Kirby diyar kir ku Rûsya nekare hema hema ti armancên stratejîk ên li Ûkraynayê bi dest bixe û artêşa Ûkraynayê di şerê li dijî Rûsyayê de, dibe ser bikeve.

Kirby bi eşkere anî ziman ku ew difkirin wê artêşa Ûkrayna li dijî Rûsya biser bikevin.

Biden wê cezayên nû yên li ser Rûsya ferz bike

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan doh li Koşka Spî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Serokê Amerîkayê Joe Biden wê di serdana xwe ya Ewropayê de li gel hevpeymanên xwe yên Rojava pakêteke nû ya cezayên li dijî Rûsyayê ragihîne.

Sullivan diyar kir ku pakêta mijara gotinê wê di çarçoveya lûtkeya NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) ku Biden jî tê de beşdar bibe, were eşkerekirin.

Back to top button