Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo derxistina PKK’ê ji listeya terorê zêdeyî 1.5 milyon îmze hatin komkirin Endamê Însiyatîfa ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’ Ferzende Mûnzûr li ser hûrguliyên kampanya îmzeyan axivî û got: “Gel jî gihiştiye wê qenaetê ku PKK tevgereke azadîxwaz û mirovahiyê ye. Gel bi hezkirineke pir mezin xwedî li kampanyayê derket.”
Însiyatîfa Edalet a Navneteweyî ya ji bo Kurdan, di 13’ê Kanûnê de ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dest bi kampanyayeke berfireh kirin.
Ji 30 welatî zêdeyî hezar kesên navdar pêşengî ji kampanyayê re dikin.
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî 12’ê Çileyê tevlîbûna kampanyayê ragihand.
Endamê Însiyatîfa ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’ Ferzende Mûnzûr li ser hûrguliyên kampanya îmzeyan ji ajansa ANF’ê re axivî.
Mûnzûr ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo PKK’ê milyonek û 522 hezar û 237 îmze hatine komkirin û got: Kesayetên ku tevlî kampanyayê bûn, haya xwe jê çêbû ku hiştina PKK’ê di ‘lîsteya terorê’ de bêedaletî ye.
Ferzende Mûnzûr rola PKK’ê ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û parastina gel destnîşan kir û anî ziman weke gelê Sûriyê wan jî biryar dane ku cihê xwe di nava kampanyayê de bigirin.
Mûnzûr diyar kir gel jî gihiştiye wê qenaetê ku PKK tevgerek azadîxwaz e û got:
“Lewra ji gelên Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî, Tirkmen, Çerkes û Asûrî Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bû û hemû pêkhateyan cihê xwe tê de girt.”
Ferzende Mûnzûr: Gel hemû tevlî kampanyayê bû, lê belê tevlîbûna gelê Ereb di asta herî jor de bû
Ferzende Mûnzûr diyar kir gel bi hezkirineke pir mezin xwedî li kampanyayê derket û bal kişande ser tevlîbûna gelê Ereb ya ji bo kampanyayê.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1.5 milyon îmze hatin komkirin
Ferzende Mûnzûr dawî ragihand ku ji sedî 80 ê kampanyayê temam bûye û li ser encama kampanya îmzeyên ku ji 12’ê Çileyê û vir ve kom kirine ev agahî parve kirin: 820 hezar 130 îmze hatine komkirin. Li gorî vê; Qamişlo 250 hezar, Amûdê 25 hezar, Tirbêspiye 32 hezar 890, Çilaxa 16 hezar 204, Girkê Legê 25 hezar, Dêrîk 25 hezar, Til Hemis 57 hezar 340, Til Koçer 28 hezar, Til Berak 22 hezar.
338 hezar 616 îmze hatine komkirin. Li gorî vê; Hesekê 218 hezar 165, Dirbêsiye 30 hezar 744, Til Temir 21 hezar 866, Şedadê 29 hezar 520, Erîşa 4 hezar 50, Hol 9 hezar 90, Zirgan 25 hezar 25, Kamp 9 hezar.
Heleb
52 hezar 215 îmze
Kantona Kobanê
77 hezar îmze
Kantona şehba
45 hezar îmze
Reqa
100 hezar îmze
Tebqa
160 hezar îmze
Minbic
200 hezar îmze
Dêra Zorê
20 hezar îmze
TEV-DEM
30 hezar îmze
Hêzên Ewlekariya Hundirîn
17 hezar 892 îmze
Bi giştî mîlyonek û 522 hezar û 237 îmze hatin komkirin