Danîmarka alîkariya leşkerî ya bo Ukrayna gihand 3 mîlyar dolarî

Danîmarka alîkariya leşkerî ya ji bo Ukrayna derxist 3.2 mîlyar dolarî.
Hemwextî vê, Almanaya, Holanda û Danîmarka wê 100 tankên Leopard bişînin Ukrayna.

Welatên Ewropa di şerê Ukrayna yê li dijî Rûsya de, piştevaniya xwe bo Kîevê xurtir dikin.

Wezareta Parastinê ya Danîmarkayê ragihand ku di navbera 2023-2028’an de alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê wê bibe 3,2 milyar dolar.

Tê çaverêkirin ku piraniya alîkariya ku wê bi riya fona Ukraynayê ku di meha Adarê de ji hêla Danîmarka ve hatî çêkirin were dayîn.

Ev alîkarî jî wê navbera 2023-2024 were şandin.

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Danîmarkayê Troels Lund Poulsen got:

“Ez şanaz im ku Danîmarka piştgirê Ukraynayê didomîne.

Ukrayna bi alîkariya leşkerî ve girêdayî ye.

Di salên pêş de Ukrayna parastina xwe ya li hember êrişên Rûsyayê dewam dike û axa windabûyî vedigerîne.

Divê em piştgiriya xwe bidomînin.”

Danîmarka wê di çarçoveya alîkariya leşkerî ya navborî de rasterast çek, alavên leşkerî, alavên lezgîn û piştgiriya perwerdehiyê bide Ukraynayê.

Welat dê ji kompanyayên parastinê yên xwemalî û biyanî jî çek û alavan bikire û veguhêze.

Piştevaniya bi tankên Leopard

Ji aliyê din ve hikumeta Hollandayê di meha Sibatê de ragihandibû ku Hollanda, Danîmarka û Almanya wê 100 tankên şer ên Leopard 1A5 ji artêşa Ukraynayê re bikirin.

Di meha Nîsanê de Danîmarka û Hollandayê eşkere kir ku wê 14 tankên şer ên Leopard 2A4 ji Ukraynayê re bên şandin.

Back to top button