Asayîşa PDK’ê ciwanekî ji Rojava revand û ev 10 roj in çarenûsa wî nayê zanîn

Ji 7 Hezîranê de, welatiyê Rojavayê Kurdistanê Ciwan Ebdulkerîm li ser dergeha Pêşxabûrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Ciwan Ebdulkerîm ji bajarê Dêrikê ye û temenê wî 21 sal in.

Ew ji bo dermankirina dayîka xwe ya nexweş berê xwe dide Başûrê Kurdistanê, lê Asayîşa PDK’ê wê ji ber direvîne û ev 10 roj in agahî jê nayên bidestxistin.

Ciwan berî niha li gel Rêveberiya Xweser xebitî ye û wî ji bo rewşeke mirovî ji Rojava berê xwe daye Başûr.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî, ji desthilata Başûrê Kurdistanê xwest ku “çarenûsa welatiyê Sûrî ku 10 rojên wî girtî ye, aşkere bike”

21 Nîsanê jî, heman Asayîşê şêniyê Dêrikê Nayîf Elî Hesen bi tewana alîgirê “Rêveberiya Xweser” û bavê şehîdekî YPG’ê ye girtibûn.

Back to top button