Besê Erzincan: Pergala hegemonîk ketiye zamboqekê û dixetime

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan got: Dewletan xwestin ku vîrûsa coronayê ber-belav bibe, civak jî bi piştevaniyê dikare ji heqê vê belayê derkeve.’

Vîrûsa corona ku li 4 hêlên cîhanê belav bûye, bandora xwe raste rast li Kurdistanê jî dike.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan derbarê mijarê de nirxandin kir.

Besê Erzîncan bi bîr xist ku modernîteya kapîatlîst bi sedsala 21’ê re ketiye nav krîzekê û ev krîz ne ji bo demeke kurt e, domdar e û got:

‘Pergala hegemonîk a global ketiye zeboqekê û dixitime.

Beriya vîrûsa coronayê li her devera cîhanê serhildanên gel, li dijî dewletan û hêzên desthilatê bê-baweriyek hebû.

Em di serdemeke wiha de bûn ku krîzên ekolojîk wê bandor li ser jiyana mirovan bikirana. Niha jî em di vê pêvajoyê de ne.

“Ihtîmal e ku bi zanebûna ev vîrûs belav kiribin”

Besê Erzîncan diyar kir ku her çendî corona nexweşiyeke kujer e jî, lê di serî de DYE, Tirkiye û gelek dewletên Ewropî ti tedbîreke şidandî nedanîn e û got:

Dema ku mirov hemû rûdanan analîza bike, ew îhtîmal zêde ye ku pergala hegemonîk bi zanebûn ev vîrûs belav kiribe.

Hewl tê dayin ku bi hilberandina nexweşiyên kujer meylên demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk ên di sedsala 21’ê biqedînin.

Ji ber vê jî di rewşa heyî de, hewceyî pê heye ku rengên nû yên têkoşînê werin berfirehkirin.

Besê Erzîncan li ser helwesta dewletan a li hemberî corona jî û wiha got:

Dewletan xwestin ku ev vîrûs ber-belav bibe. tevî ku hay ji giranbûna rewşê hebûn jî, ti tevîr nehatin standin.

“Bi piştevaniyê mirov dikare heq ji vîrûsê derkeve”

Endama Koordînasyona KJK’ê weha domand:

Encex bi piştevaniyê mirov dikare heq ji vê vîrûsê derkeve, divê gelê me li hev xwedî derkeve.

Her gund, her tax, her bajar divê hewl bide ku tevdîrên xwe bistîne. Divê destekê bidin hev, ji ber dewlet nade jiyîn, dikuje.

Heger dewlet hin tiştan dike jî, ne ji ber ku li gel difikire, ji bo meşrûiyeta xwe, desthilata xwe qeyîm bike dike.

”Em di vê pêvajoyê de Rêbertî baştir fêhm bikin”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan dawiyê got:

Rêyên çareseriyê ku Rêbertiya me di paraznameyên xwe de daniye holê em baştir fêhm bikin û bi cih bînin.

Her kesê ku wiha lê hûr bibe û bifikire, hêvî, bawerî û moralê xwe geş bikin, em dikarin heq ji her tiştî derkevin.

Bi piştevaniyê em dikarin heq ji van rojên giran derkevin.

Back to top button