ROJHILATÊ KURDISTANÊ – DI NAVA 8 MEHAN DE 190 KESÎ DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎYE

Bûyerên kuştin û xwe kuştinan, li Rojhilatê Kurdistanê êdî gihiştiye asteke metirsîdar. Li gorî rêjeyan di nava 8 mehên borî de 190 kesî dawî li jiyana xwe aniye.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê di nava 8 mehên borî de190 kesan dawî li jiayana xwe aniye.

Li gor çavkaniyên ji herêmê ji 190 kesan, 93 kes jin in û yên din jî mêr in.

Her wiha ji wan 44 kes temenê wan di bin 18 saliyê de ye.

Li gorî rêjeyê di her mehê de nêzî 23 kes li Rojhilatê Kurdistanê dawî li jiyana xwe aniye.

Li gorî heman çavkaniyan rewşa xerab a aborî û pirsgirêkên civan sedemên xwe kuştinê ne.

Herî dawî îro li gundê Mewî a ser bi navçeya Sineyê ve, jineke 40 salî ku dayîka 2 zarokan bû, ji ber zextên malbatê, dawî li jiyana xwe anî.

 

Leave a Reply

Back to top button