Xelkên Siwêda sersaxî ji malbata Cewad El Barûkî xwestin

Gireva li Parêzgeha Siwêdayê a li dijî hikumeta Şamê di roja 3’an dewam dike.
Xwepêşandêran sersaxî ji malbata çalakvan Cewad El-Barûkî xwestin.

Gireva giştî a li Parêzgeha Siwêdayê ya li dijî hikumeta Şamê dewam dike.

Xwepêşandan berê xwe dan qada El-Semara yê li bajêr û sersaxî ji malbat çalakvan Cewad El Barûkî xwestin.

Serokê pêkhateya Diruz Yûsif Cerbûi beşdarî merasîmên sersaxiyê bû.

Xwepêşandêran piştî ku sersaxî xwestin, berê xwe dan qada El-Kerama.

Li qadê beşdaran banga guhertina siyasî kirin.

Li gorî çavdêran, piştî kuştina xwepêşandarekî wê rewşa li Siwêdayê aloztir bibe.

Balafirên şer yên Rûsyayê Idlib bombebaran kir

Li “herêma bêçek” jî rewş aloz e.

Çavdêriya Sûriyê diyar kir ku balafirên şer yên Rûsyayê derdora parêzgehea Idlibê bombebaran kirin.

Di encamê de, kesek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Her wiha herêmên derdora Helebê jî bûn armaca êrişên Rusyayê.

Derdora Qebasîn, bajarokê Babê û Cebel El-Dêr yên li rojhilatê Helebê hatin bombaran kirin.

Heta niha derbarê encama êrişê tu agahî nehtiye girtin.

Hêjayî gotiyê ye, ji despêka salê ve ev êrişa yekemîn a hêzên Rûsyayê li wê herêmê pêk anî ye.

Li Siwêdayê di greva giştî de xwîn hat rijandin

Back to top button